Beriya vekirina Hurmuzê Trump amade ye şer bisekinîne!
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump îdîa kir ku ew amade ye bêyî vebûna Hurmuz jî, şerê li dijî Îranê bi dawî bike.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump îdîa kir ku ew amade ye bêyî vebûna Hurmuz jî, şerê li dijî Îranê bi dawî bike.
Hat ragihandin ku Serokê DYE’yê Donald Trump mijara bidawîkirina şerê li dijî Îranê, kir rojev. Li gorî Wall Street Journal, Trump amade ye hîna Hurmuz nevebûyî jî, operasyonên leşkerî yên Emerîkayê rawestîne.
Di nûçeyê de hate diyarkirin ku Trump di rojên dawî de bi şêwirmendên xwe re vê îhtîmalê nîqaş dike, lê belê hîna biryareke teqez nedaye.
Li aliyê din medyaya Emerîka, ragihand ku bi sedan endamên hêzên taybet ên artêşa DYE’yê gihiştine Rojhilata Navîn.